TİRAMP: Jİ XWE KURDAN 400 SALÊN DİN NAPARÊZÎN

TİRAMP: Jİ XWE KURDAN 400 SALÊN DİN NAPARÊZÎN

Serokê Wîlayetên yekbûy ên Emerîkayê, îro careke din behsa lihevhatina agirbesta Bakûra Sûriyê û kurdan kir û weha axvî: ji xwe me ti sozek bi kurdan re nedaye ku wan heya 400 salên din bi parêzîn.

Serokê Emerîka Donald Tiramp, îro roja duşemî 21/10/2019an li daxuyaniyeke medyayî de go ku lihevhatina agirbestê di navbera arteşa Tirkiyê û hêzên Sûryaya demokratîk de, didome, tevî ku hin binpêkirinên biçûk hene, lê belê bi başî birêve diçe.

Tiramp li Koçka Sipî bi rojnamevanan re axivî û got: hêzên HSD’ê jîrane ji hin navçeyên diyar kirî xwe vekşandine.

Li derbara parastina kurdan, Serokê Emerîkayê dibîje: Waşintonê ti sozek nedaye, ku wê kurdan heya 400 salên din biparêze.

Li ser vekşîna leşkirên Emerîkî ji Bakûra Sûriyê, Tiramp destnîşan kir ku leşkirên wan li destpêkê wê biçin navçeyeke din, piştre wê vegerin Emerîkayê û tekez kir ku ew naxwaze leşkirên Emerîkî li Sûriyê bihêle.

Hemwexta evan gotinan, Donald tTiramp gef li Tirkiyê kirin ku eger reftarên wê yên xirapkar hebin, sizayên herî giran wê bikevin ser Enqereyê.

Pustên heman beş