Netewên yekbûy îro hejmareka erebeyên pir alîkariyên însanî, şandine Sûriyê ji bo ko li ser gelê idlibê were parve kirin.
Netewên yekbûy îro roja sêşemî 22/10/2019an, 38 erebeyên bar ên pirî alîkariyên însanî şandine bajarê idlibê ê Bakûrê Sûriyê ku weke navçeyeke bê çek di konferansa Astanayê de hatye tesbît kirin, lê belê şer û pevçûn li wir dewam dikin.
Li gur çavkaniyan, karwanê erebeyên alîkariyan di aliyê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûne û alîkarî wê li ser gelê idlibê werin parve kirin ku bi sedema şer aware û derbeder bûne.
Êrîşên rejîma Sûriyê û hevpeymana wê Rûsya federal li ser hereket û navendên opozîsyona Sûriyê li idlibê dewam dike, her çend ku idlibê û derdûra wê bi navçeyeke bê çek di konferansa Astanayê de hatye tesbît kirin.
Netewên yekbûy dibêje: li dema rabûrî taybet bi qasî du mehan, pêtrî hezar wilatîyên idlibê bi sedema bordomana rejîma Sûriyê canê xwe ji destdan.