Seroktiya Tirkiyê îro li derbara agirbesta li bakûra Rojhilata Sûriyê daxuyanî da û têde dest nîşan kir ku ger HSD’e li herêma ewlehiyê vekşe, derfet wê hebe agirbest were domandin.
Berdevkê seroktiya Tirkiyê Îbrahîm Kaln, îro roja sêşemî 22/10/2019an li derbara agirbesta Bakûra Rojhilata Sûriyê konferenseke çapemeniyê li dar xist û weha têde axvî: ger hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e xwe ji wan navçeyên ku Tirkiyê dixwaze, vekşîne, li wê demê derfet wê hebe, agirbest were domandin.
Îbrahîm Kaln hemwext dest nîşan kir ku ew heya êvara îro wê rewşê li Bakûrê Sûriyê bi şopînin û bi hûrî çavdêriya hereketên HSD’ê bikin.
Ev daxuyaniya seroktiya Tirkiyê hemwexta hewla Firansayê a dirêj kirina agirbesta Bakûrê Sûriyê ye ku duh roja duşemî serokê Firansayê Emmanuel Makron bi Potîn re axvî û jê xwast ku agirbest were domandin.