Wezîra berevaniya Elmanyayê li dor melefa Bakûra Rojhilata Sûriyê daxuyanî da û got: nedûre dewleta wan leşkeran bişîne.
Wezîra berevaniya Elmanyayê, Angirêt Kiramp Karênpawir, duh şev li derbara avakirina herêma ewlehiyê li Bakûra Rojhilata Sûriyê axvî û go ku pêwîste, herêmek li Bakûrê Sûriyê ji bo parastina Penaberan û garantî kirina tekoşîna li dijî DAIŞ’ê were ava kirin.
Her weha got: dewleta Elmanyayê wê vê pêşnîyazê bi hevpeymanên xwe yên Natoyê re nîqaş bike.
Karênpawir destnîşan kir ku derfetek heye dewleta wan leşkerên xwe bişîne Bakûra Rojhilata Sûriyê û tekez kir ku ev biryar di dest parlemenê daye.
Li derbara êrîşa dagîrkarî a arteşa Tirkiyê û çeteyên wan li Bakûra Rojhilata Sûriyê, wezîra Elmanyayê dibêje: nikarîn li vê derbarê de dest vala bimînîn.
Karênpawirê pêşnîyaz kir ku herêmeke ewlehiyê li Bakûra Rojhilata Sûriyê ava bikin, bi mercê ku civaka navneteweyî bi hemahengî a Tirkiyê û Sûriyê çavdêriyê lê bike.