70% A XWENÎŞANDERÊN ÎRAQÊ NÎŞANEŞİKÊNAN KUŞTİNE

70% A XWENÎŞANDERÊN ÎRAQÊ NÎŞANEŞİKÊNAN KUŞTİNE

Hikûmeta federal rapora lekolîna li derbara sedema mirina xwenîşanderên rojên rabûrî bi dawî anî û eşkere bû, kesên ku hatine kuştin, piranî a herî zêde ya wan bi gulleyên nîşaneşikênan bûne qurbanî.

Komîteyeke taybet ku Hikûmeta federal ji bo lekolînê li derbara sedemên kuştina xwenîşanderên qada Tehrîrê ya Bexdayê hemwext xwenîşanderên bajarên Başûr û naverasta wilat, rapora xwe a lekolînê bi dawî anî.

Komîta Hikûmetê weha di rapora xwe de nivîsandîye: di xwenîşandanên rojên rabûrî de, herî kêm 149 kes hatine kuştin, ev hejmar bi gulle û teqeya raste rast bûne qurbanî.

Her weha eşker kir, piranya herî zêde a xwenîşanderên ku hatine kuştin, bi gulleyên nîşaneşikênan bûne qurbanî, gulle bi serê û sînga wan ketine.

Komîta Hikûmetê bi hejmar dibêje: 70% a kesên di xwenîşandanan de hatine kuştin, gulleyên nîşaneşikênan sedema can ji dest dana wan bûye, raporê hejmareke rayedarên Iraqê bi kuştina xwenîşanderan sûçbar kirine, lê belê ti sûçbariyek ji bo Adil Ebdulmehdî ê Serok wezîrê Iraqê nekiriye.

Li hefteya rabûrî hinek berpirsyarên Iraqa federal ragihand bûn, Îranê hejmareke nîşaneşikênên çete di nava xwenîşandanên Iraqê de parve kirbûn, ji bo ku wilatîyên sivîl armanc bikin û rewş ji bin kontirolê derkeve.

Pustên heman beş