RÛSİYA Û TİRKİYÊ ROJAVA KURDİSTANÊ Lİ SER XWE PARVEKİR
Rûsiya û Tirkiyê biryar da HSD’e tenê li Qamişloyê bimîne
Serokê Rûsiya federal û Serokê Tirkiyê îro lihevhatinek derbara Rojava Kurdistanê îmze kir, ev lihevhatin jî wê agirbestê bo dema 150 saetên din bidomîne, lê belê di hundir de şikestineke dine ji bo desthilata Rojava Kurdistanê, xesara wê a mezin jî tenê ji bo gelê Rojavaye:
Ev jî xalên lihevhatinê ne:
Agirbesta Bakûra Rojhilata Sûriyê 150 saetên din wê were domandin
HSD’e wê bi temamî ji herêma ewlehiyê were vekşandin
HSD’e wê 30 KM ji hemû navçeyan were vekşandin tenê li Qamişloyê nebe
Polîsên serbazî yên Rûsiya federal wê li navçeyê çavdêriya vekşandina HSD’ê bikin
Rewşa piştî êrîşa Tirkiyê li Bakûra Rojhilat wê weke xwe bimîne
Rûsiya û Tirkiyê wê gerên hevbeş ên çavdêriyê piştî vekşandina HSD’ê pêk bînin
Tirkiyê û Rûsiya wê li ser yekparçeiya xaka Sûriyê û berhingarbûna terorê tekoşînê bikin
Aware wê bi kêfa xwe bin vegerin yan na