Serokê nû yê Tûnisê îro roja çarşemî li koçka Seroktiyê dest bi erka xwe weke Serokê wilat kir, piştre gotara yekemîn li parlemenê pêşkêş kir.
Qeys Seîd serokê nû ê wilatê Tûnisê îro roja çarşemî 23/10/2019an, sûnda yasayê xwar û li nav parlemena wilatê xwe gotar pêşkêş kir, piştre li koçka Qirtac weke Serokê wilat wezîfedar bû.
Hemwexta gihiştina Qeys Seîd ji bo koçka Qirtac ku li Bakûra paytextê Tûnisê, merasîma wezîfedarbûna wî weke Serokê nû birêve çû.
Serokê demkî ê Tûnisê Mihemed Nasir li himber koçka Seroktiyê, Serokê nû pêşwazî kir, piştre yaweriya wî heya hundirê Koçkê û jûra civînan kir ku li wir civîyan.
Li roja pêncişemî a rabûrî 17/10/2019an heyeta serbixwe a hilbijartinên Tûnisê, serketina fermî a Qeys Seîd li hilbijartina Seroktiya Tûnisê ragihand bû ku li Xola duyemîn a hilbijartinê 72% a dengan bi dest xist bû.