ENQERÊ Û WAŞİNTONÊ Lİ SER F35 LİHEV KİRİN

ENQERÊ Û WAŞİNTONÊ Lİ SER F35 LİHEV KİRİN

Wezîrê parastina neteweî ê Tirkiyê dibêje: bi bawerim ku wê li derbara pisgirêka balefirên ceng ên F35 bi Emerîkayê re çareser were dîtin.

Hulusî Akar wezîrê parastina neteweî a Tirkiyê îro roja çarşemî 23/10/2019an, li derbara lihevhatina balefirên ceng ên ji curê F35 daxuyanî da û weha axvî: bi bawerim ku wê pisgirêka radest kirina wan balefiran bi Tirkiyê re, çareser ji bo were dîtin.

Akar go ku Tirkiyê endameke herî çalak a hevpeymaniya Natoyê ye, hemwext beşdare di pirojeya çêkirina balefirên F35an de, lewma ew bi hêvî ne, lihevhatineke nû li gel Waşintonê were pêk anîn.

Nerîna wezîrê parastina neteweî ê Tirkiyê li derbara melefa balefirên F35an wihaye: dibe ku sizayên Emerîkayê bi egera operasyona li bakûra rojhilata Sûriyê demkî bin.

Tirkiyê lihevhatin li gel Emerîka ji bo kirîna 100 balefirên cengî ên F35 heye, lê bi sedema hinek pisgirêkên ku li mehên rabûrî derketne holê, Emerîkayê ret kiriye ew balefiran radestî Tirkiyê bke.

Bera êrîşa dagîrkarî a ser rojava kurdistanê, serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan eşker kir ku heger Emerîka balefirên F35 radest neke, Enqere wê hinek balefirên hem awa ji Rûsya federal ji bo xwe bi dest bxe.

Pustên heman beş