TİRAMP SİLAV Jİ BO KURDAN HENE

TİRAMP SİLAV Jİ BO KURDAN HENE

Fermandarê giştî ê hêzên Sûryaya demokratîk îro ragihand ku Serokê emerîkayê soz dabû piştgiryê ji bo wan bidomîne, di bersivê de, tramp silav ji bo gelê kurd şandine.

Mezlûm Ebdî îro roja çarşemî 23/10/2019an, li ser hesaba xwe a twitterê peyam ji bo serokê emerîkayê şand û têde weha nivîsand bû: Tiramp soz daye piştgiryê di alavên cuda de bidomîne.

Di berisva fermandarê HSD’ê de, Donald Tiramp li hesaba xwe a twitterê nivîsand: sipas ji bo te ceneral Mezlûm û ji bo peyvên te yên ciwan û wêrek, silavên germ li gelê kurd bike, bi hêviya wê yekê li wexteka nêzîk hevdu bibînîn.

Serokê emerîkayê ku niha gelê kurd wî bi îxanetê û pişdanê ji bo hêzên Sûryaya demokratîk di meyzîne, ji destpêka êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê rojane peyaman ji bo kurdan li twitterê diweşîne.

Hinek ji wan tiwitan herî seyr û entîke bûn, weke wê tiwitan wexta Tiramp têde nivîsandî ku kurdan li cenga cîhanî şer li gel emerîkayê nekir, lew Emerîka pişt dayê, her weha peyama wî a du rojên rabûrî wexta gotî ji xwe me soz nedaye kurdan wan heya 400 salên din biparêzin.

Pustên heman beş