ÎRANÊ CEZAYÊ BİDARVEKİRİNÊ Lİ SER 8 ZAROYAN BİCÎ KİRİYE

ÎRANÊ CEZAYÊ BİDARVEKİRİNÊ Lİ SER 8 ZAROYAN BİCÎ KİRİYE

Li gur amareke nû a mafên mirovan hat tesbît kirin ku komara îslamî a Îranê di îsal de, 173 mirov bidarvekirine, hinek ji mehkûman zarone û ceza li ser bicî bûye.

Komîta mafên mirovan li rêxistina Netewên Yekbûyî îro roja pêncşemî 24/10/2019an, eşkere kir di îsal de, wilatê Îranê 173 mirov bidarvekirine, ev yek jî li gur salên berê kêm bûn têde çêbûye.

Komîta mafên mirovan tesbît kiriye, 2 kesên ku di îsal de desthilata Îranê cezayê bidarvekirinê li ser bicî kirine bi hesab zarone jiber ku temena wan 17 sal bûne.

Îran ji wan wilatane ku herî zêde mirovan bidarve dike, ev yek jî bi berfirehî li qada navneteweyî tê pirotesto kirin, rêja herî zor a mirovên ku tên bidarvekirin, kurdên Rojhilata Kurdistanê ne.

Komîta mafên mirovan bi bîr xist ku par Îranê 253 kes bidarvekirine,  7 mehkûmên temenê wan ji 18salan biçûktir di nava wan de hebûn.

Komîta netewên yekbûîy eşkere kir wan agahî hene ku herî kêm 90 mehkûmên ku cezayê bidarvekirinê li ser hatiye tesbît kirin li Îranê hene û hejmareke zaroyan di nava wandene.

Li Îranê mirov bi sûçên teror, Cînayet, dest dirêjî, şelandina bi çek û qaçaxçîtiya maddeyên hişber bi bidarvekirinê tên ceza kirin.

Pustên heman beş