Li beravên Enez a navçeya Edirneyê îro 36 koçberên bê destûr ku dixwastin birevin Yonanistanê hatin girtin û ji bo lêkolînan hatin veguhastin.
Midurîyeta tekoşîna dijî koçber bûna bê destûr eşkere kir, tîmên parastina beravan îro roja pêncşemî 24/10/2019an, 36 koçberên bê destûr li Deryaya Îceyê girtine ku di xwestin birevin Yonanistanê.
Eşkere kir koçber li beravên Enez a navçeya Edirneyê hatine girtin ku di belemeke bi dest çêkrî de bûn û hemû ji Sûryayê bûn.
Her weha xweya kir, di nava wan koçberan de 6 zaro hene, koçber piştî mameleyan radestî midurîyeta rêveberiya koça Edirneyê kirin.