TİRKİYÊ Jİ TİRAMP XWEST “MEZLÛM” RADEST BİKE

TİRKİYÊ Jİ TİRAMP XWEST"MEZLÛM" RADEST BİKE

Serokê Tirkiyê îro eşkere kir, hikûmeta wan bi fermî ji Emerîkayê xwest “Mezlûm Ebdî” radestî wan bike.

Serokê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan îro roja pêncşemî 24/10/2019an daxweyanî da û wiha axivî: “Ewkesê bi kod navê “Mezlûm”, di kategoriya sor a Tirkiyê de ye û metlûbe, pêwîste Emerîka radestî me bike”.

Erdogan axiftina xwe domand û got: “Wezîrê edlê yê Tirkiyê nivîsandineke fermî ji bo “Mezlûm Ebdî” amade kiriye û wê ji bo Emerîkayê were şandin û têde me xwestiye Emerîka wî radestî Enqerê bike”.

Ev gotina Erdogan hemwexta derketina Mezlûm Ebdî weke kesê yekemê Rojava Kurdistanê ye, taybet piştî ku Mezlûm û Tiramp hinek peyam ji bo hevdu şandîn.

Li dawî bersiva serokê Emerîkayê ji bo fermandarê HSDê, Tiramp hêvî xwest bûn li demeke nêzîk ew û Mezlûm bicivin.

Her li vêderbarê de, îro roja pêncşemî hijmareke kongirêsmenên Emerîkayê ji wezîrê karên derve xwestin her çizûtir be, vîzayê ji bo Mezlûm Ebdî derbixe jibo ku bikare serdana Emerîkayê ji bo gotubêjan bike.

Pustên heman beş