ÎRAQÊ ÎNÎ YEKE PİRR Bİ XWÎN DERBAS KİR

ÎRAQÊ ÎNÎ YEKE PİRR Bİ XWÎN DERBAS KİR

42 xwepêşander kuştî û nêzî 2500an brîndar ketine

Duh xwepêşandan li 12 parêzgehî yên Îraqê hatin kirin û her di zû de pevçûn çêbû û di encamê de, 42 hemwilatiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 2500an birîndar ketin, înî yeke pirr bi xwîn derbas kir.

Konseya mafên mirovan li Îraqa federal îro roja şemî 26/10/2019an pêzanînên kuştî û birîndarên xwepêşandanên duh roja înî 25 cotmehê li tevaya wilat beyaneke nivîskî de eşkere kir û wiha nivîsand: li tev parêzgehîyan ku xwepêşandan têde çêbûne, 42 hemwilatî hatin kuştin û nêzî 2500 hemwilatiyan birîndar ketine.

Konseya mafên mirovan tesbît kir, bombên gaza rondikrêj û teqeya raste rast û şewat, sedemên sereke yên can jidestdana xwepêşanderan bûne.

Hemwext îşaret kir, hinek ji xwepêşanderan bi ser baregeheke hizbî de girtin û şewtandin, lê belê 12 kesên ku ev kar kirî di baregehê de asê man û jiyana xwe ji destdan piştî ku ceseda wan bi temam şewitî.

Tevî ku zirarên canî pir bûn, konseye mafên mirovan dibêje: pêtir ji 50 baregehên Hikûmeta federal û yên partîyên siyasî zirarên mezn pê ketine û pitirya wan baregehan hatin şewtandin.

Pustên heman beş