TİRKİYÊ HİŞYARİYA SİYAHETÊ BO ÎRAQÊ DİDE WELATİYÊN XWE

TİRKİYÊ HİŞYARİYA SİYAHETÊ BO ÎRAQÊ DİDE WELATİYÊN XWE

Wezareta karên derve ji ber xwepêşandanên ku li çend bajarên Îraqê rû dan, hişyarî da welatiyên Tirk ku heger mecbûrî nebe, neçin deverên ku bûyer lê rû didin.

Li ser malpera wezaretê biser navê “hişyariya siyahetê bo Îraqê” daxuyanyek hat belav kirin, di daxuyaniyê de ji ber bûyerên ku li Îraqê rû dan, welatiyên Tirk hatin hişyarî kirin.

Di daxuyaniyê da weha hat gotin, “welatiyên me yên ku tesîr li ser wan çêbû û yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û her weha yên ku nikarin xwe bi malbatên xwe yên li Îraqê re bigihînin, dikarin raste rast digel navenda gaziyê ya konsolxaneyê li balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê peywendiyê bikin.”

Duh roja înî 25/10/2019an pêleke herî tund a xwepêşandanê li Bexdayê û hemû parêzgehî yên Îraqê derket holê, her di zû de pevçûn têde derket û 42 xwepêşanderan jiyan ji dest da.

Pustên heman beş