OPERASİYONÊN HEVPAR GEF Lİ ÇALAKVANAN KİRİN

OPERASİYONÊN HEVPAR GEF Lİ ÇALAKVANAN KİRİN

Fermandariya operasiyonên hevpar yên Îraqê daxuyanî da ku çalakvanên zirarê didin û dibine sedema têkdana rewşê, wê di çarçûveya qanûna tekoşîna dijî terorê de, werin ceza kirin.

Li derbarê xwenîşandanên Îraqê û bûyerên li pey hatî, fermandariya operasiyonên hevpar ya wezareta parastina neteweyî ya Îraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de û ji bo ku çalakvan beşdarî bûyerên tundiyê nebin, hişyarî hat dayîn, di daxuyaniyê de weha hat gotin:

Hemû hêzên me yên ewlehiyê di amadebaşiyê de ne, kesên ku zirarê didin derdûr û dibin sedema alozkirina rewşê û araste kirina xwenîşandanê, wê di çarçûveya qanûna tekoşîna dijî terorê de wê werin ceza kirin.

 em kesên ku ji bo ewlehiya gel dibin xetere hişyar dikin, welatiyên me jî bila beşdar bûna wan kesan qebûl nekin, bila der heqê van kesan da agahiyan bidin hêzên ewlehiya me dijî terorîst û kesên sûcdar xemsariyê nakin.

Pustên heman beş