DASTANA “XWE NEÇEMÎNİN” PÎLANÊN EREB, TİRK Û FARSAN JİNAV BİRİN

DASTANA"XWE NEÇEMÎNİN" PÎLANÊN EREB, TİRK Û FARSAN JİNAV BİRİN

Paş 16ê Oktobera sala 2017an hêzên dagîrkar ku ji “heşda şebî, polîsên Îraqa, arteşa Îraqê, supayê pasdarên Îranê û hinek çeteyên ser bi Hîzbollah a Libnanî” pêk hatbûn li ser du enyan parve bûn, enyek ber bi bajarokê Pirdê Diçe heya ku ji wir ber bi Hewlêra Paytexta Herêma Başûr ve biçin, enyeke din bi çekên giran û hêzeke mezin ber bi sînorê Rebîe.

Pîlana dagîrkariya sêgoşeya Pêşabûrê

Armanc ji êrîşa ser Rebîe dagîrkariya sêgoşeya Pêşabûrê û kontrol kirina rêya boriya petrola “Kerkûk – Ceyhan” anku boriya nefta Îraqê a kevin û hemwext boriya petrola “Kurdistanê” bû, heya ku bikarin heger li pîlana dagîrkirina Hewlêrê şikestin xwar, dest danin bi ser çavkanîyên îkonomî yên Herêma Başûr û herêmê bi her tiştê ku ew dixwazin, neçar bikin.

Lihevhatina di navbera giropa “Kalfaman” digel hêzên dewletên dagîrkar bi taybetî digel “Qasim Suleymanî” ev bû ku bîre petrolên “Bay Hesen û Havana” bidin şirketa “Birêtiş Pitrolyom” ev şirkete ku şirketeke Birîtanî ye soz ji Hikûmeta Îraqê re dabûn ku rojane nêzî 1000 bermîlên petrolê bi rêya vê boriyê bişîne bendera Ceyhan a Tirkiyê, Tirkiyê jî bi vê yekê razî bibû, jiberku mifayeke îkonomî ê herî baş ji bo Tirkiyê têde bû, herweha biryar ev bû ku para giropa kalfaman jî bi vê rêyê were dayîn.

Pêşmergehan cenga rumetê û man û nemanê kir

Li enya Sihêla û Mehmûdîyê ev hêzên pêşmerge hebûn ku şiyan vê Dastana mezin tomar bikin û rê li ber hêzên dagîrkar bigirin, Lîwa ya yek a Leşkirê roj ku bi fermandariya “Bedel Bendî” ev lîwaye a taybet bû  bi pêşmergeyên Rojava Kurdistanê û “Leşkirî taybetî yek û Golan” bi serkirdatiya “Mensûr Barzanî” kurê Mes’ûd Barzanî Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê, di vê Dastanê de pêşmergehan biryara berxwedanê heya serketinê dabû, fermandar “Mensûr Barzanî” paş ku biryara berxwedanê wergirt, hêzên pêşmerge li ser sê enyên yek li pey yek parve kirin û ji pêşmergeyên li wir re weha axvî: “îro roja parastina rumeta hemû kurdane, îro wê êrîşeke herî mezin were ser enyên pêşmerge, ez hêvîxwazim her kes ku di tirse yanjî her kes ku naxwaze bi mera be, her ji niha ji enyan derkeve û biçe di nava malbata xwe da jiberku me li vir biryara şer kirin ta dawyê daye û bi ti awayekê emê vir bernedin”.

DASTANA"XWE NEÇEMÎNİN" PÎLANÊN EREB, TİRK Û FARSAN JİNAV BİRİN

Gurza yekemîn û Firqeya 9 a arteşa Îraqê

Êrîşa li ser pêşmergehan li sînorê Sihêla û Mehmûdîyê weke êrîşa li ser bajarokê Pirdê bi topbaran kirina pêşmergehan ji aliyê topçîyên Îranê ve dest pê kir, ev topbaran kirine heya sê saetan domand bi awayekî weha ku arteşa dagîrkar weha fikirîn ku heya yek pêşmerge jî li wir nemaye û hemû pêşmerge yan hatine kuştin yan jî reviyane, bi vê hêvî yê Firqeya 9 a hêzên zirxî dest bi êrîşa ser pêşmergehan kir dema ku ev hêze nêzî enyên pêşmergehan bûy, pêşmergehan li wan xist û karîn 1 Bacer û 3 Tanker û 4 Hemerên wan bi temamî jinav bibin, her wiha hejmara kuştiyên hêzên dagîrkar bi 250 kuştî û 470 brîndar hatin texmîn kirin.

Pêşmerge karîn li hinek navçeyan dijmin neçarî paşvekşînê bike, ev yek bo eger ku dijmin bo cara diduyan êrîşî ser enyên pêşmerge bikin bi awayeke bihêztir û berifirehtir, ev bû ku bi 13 hezar leşkeran êrişî ser pêşmergehan hat kirin, di vê êrîşê de zîyanek herî mezn bi pêşmergeyên kurdistanê ket û çendîn pêşmergeyên ser bi hêza “Roj û Hêza Zêrevanî” digel fermandareke pêşmerge şehîd ketin.

DASTANA"XWE NEÇEMÎNİN" PÎLANÊN EREB, TİRK Û FARSAN JİNAV BİRİN

Serkirdatiya hêzên çekdar li Herêma Kurdistanê biryar stand ku ji bo kêm kirina fişara li ser pêşmergehan li vê enya şer êrîşî ser arteşa Îraqê li Mexmûr bikin û karîn hejmareke leşkirên Îraqê li wir bikujin û hejmareke herî zêde ji wan bi dîl girtin, pêşmerge karîn pêtir ji nîva Mexmûr rizgar bikin, ev yek bo sedem ku morala arteşa Îraqê xirap bibe û dest ji êrîş kirinê berde jiberku rastî şikestineke dîrokî hat.

Xewnên Hêştiran bi Ebadî re dane dîtin

Tê zanîn ku Heyder Ebadî serok komarê Îraqê hêzeke leşkirî û hinek wezîfedarên Ereb li sînorê deriyê Îbrahîm Xelîl ji aliyê Tirkiyê ve bicî kirbûn, heya ku digel serketina dagîrkaran raste rast li wî deriyê sînor dest bikar bibin li wir û Ebadî jî bikare weke serketineke dîrokî bi erebeyê û bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl biçe Tirkiyê, jiberku biryar ev bû ku paş serketina li ser pêşmergehan Ebadî hevdîtinekê bi Receb Teyîb Erdogan re pêk bîne, lê belê berxwedana pêşmergehan ev xwasteka wan kir xewna Hêştiran.

Bi Dastana Sihêla pêşmergeyên Kurdistanê ev yek tesbît kir ku ger îxaneta giropa “Kalfaman” nebaye wê ti carekê dagîrkaran nekarîba Kerkûk a dilê Kurdistanê dagîr bikin, ev Dastane ku bi Dastana “xwe neçemînin” tê nav kirin bû sedem ku pîlana Îran, Îraqa, Tirkiyê û Berîtanya yê bi temamî jinav biçe.

Pustên heman beş