SERÊKANİYÊ ARTEŞÊN TİRKİYÊ Û SÛRİYÊ LİHEV XİSTİN

SERÊKANİYÊ ARTEŞÊN TİRKİYÊ Û SÛRİYÊ LİHEV XİSTİN

Arteşa Sûriyê îro li sînorê bajarê Serêkaniyê pêşde çûne û karîne 4 gundan bixine bin kontirola xwe, çavkanî eşkere dikin ku pevçûn çêbûne, arteşên Tirkiyê û Sûriyê li hev xistine.

Êrîşa Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê dewam dike, tevî ku agirbest niha dimeşe, lê belê Tirkiyê li ser binpê kirina agirbestê didome û çalakiyên xwe ên serbazî didomîne, hemwext arteşa Sûriyê hereketên wê li navçeya ku wê bibe herêma ewlehiyê hene.

Nîv roja îro yekşemî 27/10/2019an, arteşa Sûriyê hereket li sînorê bajarê Serêkaniyê kir û gundên um “Hermele, Babulxeyr, um ‘Uşbe û Esediye” yên Serêkaniyê xistin bin kontirola xwe.

Çavkaniyên fermî ên Sûriyê ev yek tesbît kir, hemwext behsa kuştina hejmareke serbaz û çeteyên Tirkiyê heye ku bi dest leşkirên rejîma Sûriyê hatine kuştin.

Pustên heman beş