ERDOGAN: RÛSYA  YPG’Ê DERNEXE YA PÊWÎST BE EMÊ BİKÎN

ERDOGAN: RÛSYA  YPG’Ê DERNEXE YA PÊWÎST BE EMÊ BİKÎN

Serokê komara Tirkiyê îro ragihand; heger yekîneyên parastina gel YPG’e bi kûrahiya 30 KM xwe ne vekşîne, emê ya pêwîst bikîn.

Receb Teyîb Erdogan êvara îro roja şemî 26/10/2019an li derbarê lihevhatina Soçîyê daxweyanî da û wiha axvî: heger Rûsya federal erka xwe li gur lihevhatina Soçîyê bicî neke û YPG’e 30 KM bo paşde hereketê neke, emê karê pêwîst ji bo derxistina YPG’ê bikîn.

Serokê Tirkiyê hemwexta gefên xwe yên ji bo YPG’ê û Rûsya  federal, careke din gef li Ewropayê kirin û go ku emê deriyê çûna koçberan ber bi Ewropayê vekîn, heger Ewropa piştgirya pilana avakirina herêma ewlehiyê li Bakûrê Rojhilata Sûriyê neke.

Li hefteya rabûrî serokê Tirkiyê û serokê Rûsya  federal lihevhatina soçî li derbara Rojava Kurdistanê îmze kirin û li gur lihevhatinê, pêwîste HSD’e û YPG’e herêma ku wê bibe navçeya ewlehiyê bi kûrahiya 30 KM vala bike, polîsên leşkirî yên Rûsya  federal wê muraqebeta vekşandina HSD’ê û YPG’ê bike, pêwîste ev vekşandin di wexta 150 demjimêran de were pêk anîn.

Pustên heman beş