DEMEK BÛ “BEXDADΔ Bİ KEMERA MÎN KİRÎ VE DİXEWÎ

DEMEK BÛ"BEXDADÎ" Bİ KEMERA MÎN KİRÎ VE DİXEWÎ

Hinek zanyariyên îstixbarata navendî a Emerîkayê eşkere kirine ku wexteka dirêj bû, rêberê DAIŞ’ê “Ebubekr Bexdadî” bi kemera mîn kirî dixewî.

Generalê Emerîkî yê xanenişîn kirî Sêdrîk Laytun behsa hinek hûrgilyên îstixbaratî yên Dezgeha CIA kir û weha axvî: Ebubekr Bexdadî yê rêberê DAIŞ’ê, wexteka dirêjbû bi kemera mîn kirî dixewî.

Generalê Emerîkî ku li hêzên asîmanî tekoşîna wî hebû dibêje: raporên CIA eşkere kirbûn ku kesê yekemê DAIŞ’ê li salên dawiyê hertim kemera mîn kirî li pişta xwe dikir û pê dixewî, ji bo ku ti carekê bi dîl neyê girtin, kuştina wî a îro roja yekşemî 27/10/2019an tesbît kir ku ev raporên CIA pir rast bûn.

Bexdadî ku îro serê sibehê di operasiyoneke asîmanî û bejayî a emerîkayê de digel 8 kesên malbata wî li navçeya Barîşa ya sînorê Sûriyê û Tirkiyê hat kuştin, lê belê wexta ku ji alê hêzên taybet ên Emerîkayê hatiye hesar dan, wî kemera xwe ya mîn kirî teqand û jiyana xwe û malbata xwe bi dawî kir.

Li vê derbarê de koçka seroktiya Emerîkayê koçka Sipî diyar kir, serokê Emerîkayê Tiramp wê li êvara îro pirseke her giring îlan bike, dibe ku ew pirs hûrgilyên kuştina Xelîfê DAIŞ’ê bin.

Pustên heman beş