“ME DİXWEST XELÎFE BEXDADÎ DESTESER BİKİN LÊ BELÊ WÎ XWE TEQAND”

"ME DİXWEST XELÎFE BEXDADÎ DESTESER BİKİN LÊ BELÊ WÎ XWE TEQAND"

Wezîrê berevaniya Emerîkayê daxweyanî li derbara kuştina rêberê DAIŞ’ê da û wiha axvî: me dixwest desteser bikîn, lê belê wî xwe teqand.

Wezîrê berevaniya emerîkayê pentagon Mark Êsper êvara îro roja yekşemî 27/10/2017an li derbara kuştina Ebubekr Bexdadî rêberê DAIŞ’ê got: ew hêza Emerîkayê ku operasiyon li dijî Ebubekr Bexdadî pêk aniye, mebesta wan desteser kirina wî hebû ne kuştina wî.

Êsper daxweyanî ji bo kenala CNN daye û got: me hewil da peywendiyê li gel Bexdadî bikin û daxwaz ji wî bikîn xwe radest bike, lê belê ew reviya û bi tunêlekê re çû, me hewil da wî derxînîn lê wî xwe teqand.

Wezîrê berevaniya Emerîka li dawiya gotina xwe amaje kir, du leşkirên wan di wexta operasiyonê de bi sivkî birîndar ketine, lê belê her di zû de ew vegerîn xizmetê.

Pustên heman beş