Jİ BO KUŞTİNA XELÎFE HEVALRÊYEKÊ BEXDADÎ ALÎKARÎ KİR

Jİ BO KUŞTİNA XELÎFE HEVALRÊYEKÊ BEXDADÎ ALÎKARÎ KİR

Du çavkaniyên îstixbarata Îraqê eşkere kirine ku hevalrêyekê Ebubekr Bexdadî alîkarî ji bo kuştina xelîfe û dest nîşan kirina ciyê mana wî kirine.

Bi rojekê piştî kuştina Ebubekr Bexdadî rêberê DAIŞ’ê li gundê Barîşa ê sînorê Îdlibê, mijara operasiyona Emerîkayê a kuştina wî û çawaniya dest nîşan kirina ciyê Bexdadî babeta herî germe.

Li vê derbarê de, çavkaniyên îstixbarata Îraqê eşkere kirine, li şibata sala derbasbûyî 2018an ew karîne bigehin hinek zanyariyên herî xeter li ser ciyê ku Bexdadî têde jiyanê dike.

Wan eşkere kirin, hevalrêyekê Bexdadî hinek zanyarî li ser wan cyan dane ku Bexdadî berdewam lê dima û jiyan têde dikir ku tev ew ciyê li derdûra Îdlibê bakûra Sûriyê bûne.

Îstixbarata Îraqê weha di de xweya kirin: kesê bi navê Îsma’îl ‘Îsawî hevalrêyê Ebubekr Bexdadî bi wan gotbû ku xelîfe li ku derê jiyanê dike, hemwext rêkên ku ji bo peywendiyê bi çeteyên xwe re bikar diîne.

‘Îsawî navê 5 kesan û pêzanînên wan bi îstixbaratê re dabû ku berdewam li Sûriyê hevdîtinan bi Bexdadî re pêk di înin.

Îstixbarata Îraqê dibêje: rojekê li sala 2019an ‘Îsawî yê hevalrêyê Bexdadî li bazareke Îdlibê tê dîtin û çavdêriya cî û hereketên wî bi başî hatine kirin, piştre wan karî ciyê muhtemel ê xelîfe Ebubekr dest nîşan bikin.

‘Îsawî kesekê îranî ye, li sala 2006 tevlî rêxistna Qa’îde bûye û diktura bi zanistên ola îslamî heye, li nav DAIŞ’ê cihê baweriya Bexdadî bû û melefa dest nîşan kirina berpirsên DAIŞ’ê hildigirt, piştî jinavçûna rêxistnê li sala 2017an ew bi hevjîna xwe re reviya bûne Sûriyê.

Pustên heman beş