Hikûmeta Firansayê hemwexta ragihandina helwesta xwe a li derbara kuştina rêberê rêxistna terorîstî ya DAIŞ’ê, eşkere kir DAIŞ wê Tolhildanê ji bo kuştina Xelîfê xwe bike.
Wezîrê karên hundir ê Firansayê Kirîstov Kastanîr, îro roja duşemî 28/10/2019an hişyar ji êrîşên muhtemel ên DAIŞ’ê dan û wiha axvî: dibe terorîstên DAIŞ’ê hewla Tolhildanê ji bo kuştina Xelîfê xwe yê Bexdadî bike.
Hemwexta evê daxweyanîya wezîrê Firansayê, Kirîstov ji hêzên ewlekariyê yên wilatê xwe xwast ku ji bo rê girtinê ji her êrîşeke muhtemel di hişyariyê de bin, ji ber ku dibe terorîstên DAIŞ’ê weke tolhildanekê li hemberî kuştina Ebubekr Bexdadî êrîşan pêk bînin.
Wezareta karên hundir a Firansayê her wiha ferman daye hêzên xwe di asta herî zêde a hişyariyê de bin, bi taybet li wexta birêveçûna merasîmên am.
Emerîkayê duh roja yekşemî 27/10/2019an kuştina rêberê DAIŞ’ê Ebubekr Bexdadî li gundê Barîşa ê sînorê parêzgeha Îdlibê li Bakûrê Sûriyê ragihand, heya niha DAIŞ li ser vê mijarê dengê wê tuneye.