BERÎTANYA WÊ Lİ 2020 Jİ YEKÎTİYA EWROPAYÊ CUDA BİBE

BERÎTANYA WÊ Lİ 2020 Jİ YEKÎTİYA EWROPAYÊ CUDA BİBE

Serokê encûmena Ewropayê îro eşkere kir, wlatên endam di yekîtiya Ewropayê de razî bûne ku cudabûna Berîtanya yê bo sala 2020an were paşxistin.

Serokê encûmena yekîtiya Ewropayê Donald tusk, îro roja duşemî li derbara cudabûna Berîtanya ji yekîtiyê daxweyanî da û wiha axvî: wilatên endam razî bûne li 31/1/2020an ji yekîtiya Ewropayê cuda bibe.

Cuda bûna Berîtanya ji yekîtiya Ewropa ku bi Birêkzit tê nas kirin, di heyama desthilatdariya xwe de Tirêza May ê a serok wezîrên Berîtanya yê, tekoşîneke herî zêde ji bo kir bi mebesta serxistina pirojeya cudabûnê, lê belê tu lihevhatin ne derketin holê, perlemena Berîtanya jî razî nebû bi cudabûnê bêy ku lihevhatin were kirin û ew yek bo sedema destberdana Tirêza May ji Serokwezîriya Berîtanya yê.

Donald tusk îro roja duşemî li ekawinta xwe a twitterê wiha nivîsand: 27 wlatên endam yên yekîtiya Ewropayê li ser daxwaza Berîtanya razîbûne ku Birêkzit li 31/1/2020an were encam dayîn.

Li sala 2016an referandûma derketina Berîtanya ji yekîtiya Ewropayê hat pêk anîn, têde 51.9% ya gelê Berîtanya deng ji bo cudabûnê da, bi wê sedemê Deyvîd Kamîron serok wezîrê Berîtanya dest ji kar kêşa, jiber ku ew di enya dije Birêkzitê de bû.

Pustên heman beş