ÇAWÎŞOXLO: “PİŞTÎ 150 SAETAN EMÊ HÊZÊN MAYÎ PAQİJ BİKÎN”

ÇAWÎŞOXLO:"PİŞTÎ 150 SAETAN EMÊ HÊZÊN MAYÎ PAQİJ BİKÎN"

Wezîrê karên derve ê Tirkiyê li derbara lihevhatina agirbestê a 150 saetan daxweyanî da û destnîşan kir ku piştî ev dem diqede, emê hêzên mayî li Rojhilata Firatê paqij bikîn.

Mewlud Çawîşoxlo êvara îro roja duşemî li Enqere yê civîneke çapemeniyê li darxist û têde behsa rewşa Bakûra Rojhilata Sûriyê, lihevhatina agirbestê û hinek mijarên girîng kir û got: piştî 150 saetên agirbestê temam bibin, emê hêzên ku di cî de mayî û nehatîne vekşandin, paqij bikîn.

Her wiha Çawîşoxlo li ser rewşa dawî a rojava got: “li gor rêkeftina me û Rûsya, eger ev 150 saet bi dawî bê û hêzên ji wê derê dernekevin emê wan paqij bikîn. Emerîka bi sozeke nivîskî ji mere gotiye hêzên ku li Rojhilata Firatê ne, wê werin vekşandin”.

Wezîrê karên derve ê Tirkiyê tesbît kir ku li gur lihevhatina Tirkiyê a li gel Rûsya federal, eger hêz ji çemê Firatê heta sînorê Reqayê ku 444 kîlometrên û 30 kilometir kûratî dernekevin emê operasiyonê berdewam bikîn.

Di mijareke din de, Çawîşoxlo di axaftina xwe destnîşan kir ku kuştina Bexdadî bi pilaneke hevbeş a Tirkiyê û Emerîkayê hat pêk anîn.

Tirkiyê û Rûsya federal lihevhatina agirbestê li heftîya rabûrî îmze kirbû û li gur wê, pêwîste di 150 saetan de, hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e ji Rojhilata Firatê derbikeve, êvara sibe roja sêşemî 29/10/2019an, 150 saetên agirbestê wê bi dawî bibe.

Pustên heman beş