Bi hinceta bêrêzî kirin di rasta Serok Komarê Tirkiyê re, dozgerya komarî, li derbarê 2 parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan de, lêpirsîn da destpêkirin.
Îro roja duşemî 28/10/2019an dozgeriya komarî a ameda bakûrê kurdistanê, bi hinceta bêrêzî kirinê li hember serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, li derbarê parlementerên parêzgehîya Amedê ên HDP’ê, Remezîye Toson û Salîha Aydenîz, doz da destpêkirin.
Dozgerya Amedê di beyaneke nivîskî de tesbît kir ku wan herdu parlementerên HDP’ê li derbarê serok komar Erdogan de, bêrêzî kirine.
Hemwext li Enqere yê a paytexta Tirkiyê, li derbarê 30 endamên navendî ên partîya gel a komar CHP’ê de, bi hinceta bêrêzî li hember Erdoganê Serok Komar, doz hatin vekirin û tê pêşbînî kirin li 31 Oktoberê werin dadgeh kirin.