PEDERSON: PÊWÎSTE KOMÎTEYA DESTÛR KARESATA SÛRİYÊ ÇARESER BİKE

PEDERSON: PÊWÎSTE KOMÎTEYA DESTÛR KARESATA SÛRİYÊ ÇARESER BİKE

Şandiyê netewên yekbûîy ji bo Sûriyê îro li derbara rewşa Sûriyê daxuyanî da û got: pêwîste komîta destûrê tekoşînê ji bo bi dawî anîna rewşa karesat bar a Sûriyê bike.

Şandiyê netewên yekbûîy ji bo Sûriyê Pederson di civîneke çapemeniyê de wiha axvî: komîta destûra Sûriyê wê li yekê meha çirîya duyemîn ya îsal bicive ji bo ku dest bi nivîsandina reşnivîsa pirojeya destûr bike, pêwîste ew çareseryeke bingehîn ji bo rewşa karesat bar a Sûriyê bibîne.

Pederson dest nîşan kir ku biryarên komîta destûra Sûriyê divê bi awayê lihev kirinê bên girtin, neku li ser esasa rêjeya sedî û piraniyê.

Şandiyê netewên yekbûy amaje kir, destûra niha ya Sûriyê wê bibe bingehek ji bo destûra bê ya wî welatî.

Amaje bi wê jî kir, ev komîte bi tenê nikare pisgirêk û kirîza Sûriyê çareser bike, lê ev hengaveke girîng ber bi Sûryaya nûye.

Pustên heman beş