Îro roja sêşemî hêzeke gerok a Rûsya ji aliyê arteşa Tirkiyê ve hat topbaran kirin li nêzî dergehê sînorî yê Dirbêsiyê.
Çavkaniyan eşkere kir ku êvara îro li bajarê Dirbêsiyê li Rojavaya Kurdistanê supayê Tirkiyê hêzeke gerok a Rûsya topbaran kir li dema ev hêze mijûlî gereke çavdêriyê li nêzî dergehê sînorî, li gurey hin şahid halan ji encama topbaranê da 4 kesên sivîl û du leşkirên Rûsî, û du rojnamevan ku digel leşkerên Rûsya da bûn birîndar bûn.
Îro careke din du ‘erebeyên leşkerî ên Leşkirê Rûsya gereke çavdêriyê dinavbera Qamişloyê û Dirbêsiyê pêk anî weke berheviyên pêkanîna rêkeftina soçî yê û Vekşîna HSD’ê ji sînorê digel Tirkiyê da.