Ser wezîrê Libnanê êvara îro dest ji kar vekişand û nameya destberdana ji Posta xwe himber Serokê dewletê dike.
Tevî ku xwepêşandanên Libnanê îro bo roja 13an di domin, Seed Herîrî Serok Wezîrê Libnanê êvara îro roja sêşemî 29/10/2019an dest ji kar vekişand û nameya destberdanê ji Posta Serok Wezîrî yê himberî Serokê dewletê Mîşêl Ewin kir.
Bera dest ji kar vekşandinê, Herîrî daxweyanî da û amaje kir, piştî ku rewş gehiştîye rêyeke daxistî, wî dest ji Posta serok Wezîrî yê berda.
Xwepêşandanên Libnanê heyama 13 rojane li Beyrotê dewam dikin, gelê Libnanê ji bo rewşa xirap a abûra welat, çaksazî û xizmetguzaryan wan xwepêşandan li dijî Hikûmetê meşandin.