ERDOGAN Jİ TÊKİLÎYÊN MEZLÛM Û EMERÎKAYÊ PİR ACİZE

ERDOGAN Jİ TÊKİLÎYÊN MEZLÛM Û EMERÎKAYÊ PİR ACİZE

Serokê Tirkiyê îro li derbara têkilîyên fermandarê am ê hêzên Sûryaya demokratîk û wîlayetên yekbûîy ên Emerîkayê daxweyanî da û wiha got: ev têkilî wê zirarê bigihînin.

Serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan îro roja sêşemî 29/1/2019an ragihand, têkilîyên Emerîkayê û Mezlûm Kobanî, wê zirarê bigihînin têkilîyên Tirkiyê û Emerîkayê.

Berdevkê medyayî yên seroktiya Tirkiyê Fexretîn Altun li ekawinta xwe a twitterê wiha nivîsand: têkilîyên Emerîkayê û fermandarê hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê Mezlûm Kobanî, pirseke dijî yasayên navdewletî ye.

Herweha dibêje: ev têkilî li dijî hevpeymaniya stratejîk a Tirkiyê û Emerîkayê ye, Emerîka bi nîqaşa xwe ya digel Mezlûm Kobanî, wê zirarê bigihîne têkilîyên xwe yên digel Tirkiyê.

Serokê Tirkiyê piştî agirbesta Soçî yê daxwaz ji Emerîkayê kir Mezlûm Kobanî radestî wan bike, ji ber ku Mezlûm di lîsta metlûbên Tirkiyê a terorê de ye.

Pustên heman beş