Serok wezîrê Îraqê Ebdulmehdî li derbarê hilbijartina berwext name ji sedir re şand û têde wiha nivîsandîye: heke armanca banga hilbijartina berwext guherandina Hikûmetê be, hûn (sedir) û Hadî Amirî bi mebesta pêkanîna Hikûmeta nû li hev bikin. Wê demê ezê ji Serokwezîriyê biçim û di wextekê herî kêm de ezê xwe ji Hikûmetê dûr bikim.
Serok wezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di nameya xwe de ya ku ji rêberê tevgera Sedir Muqteda Sedir yê ku bangewaza hilbijartina berwext dike re şand û têde got: heke armanca banga hilbijartina berwext guherandina Hikûmetê be hûn (sedir) û Hadî Amirî bi mebesta pêkanîna Hikûmeta nû li hev bikin. wê demê ezê ji Serokwezîriyê îstifaya xwe bidim û bi çend rojekan yan saetekan de Hikûmetê radest bikim.
Ebdulmehdî duh ji bo Sedir ku bangewaza Hilbijartina berwext kir nameyeke vekirî şand. Nameya navbirî ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriyê ve hat parve kirin.
Serok wezîrê Îraqê Ebdulmehdî di nameya xwe de wiha berisva bangewaza sedir daye:
Ji bo çûna Hilbijartina berwext pêdvî ye Serokomar Berhem Salih daxwaza serokê wezîran ya hilweşandina encûmena wezîran qebûl bike.
piştre Serokomar pêdvî di 60 rojan de, biryara hilbijartina berwext bide. Heke armanca banga hilbijartina berwext guherandina Hikûmetê be hûn (sedir) û Hadî Amirî bi mebesta pêkanîna Hikûmeta nû li hev bikin. Wê demê ezê ji Serokwezîriyê îstifaya xwe bidim û bi çend rojekan yan saetan de wê Hikûmetê radest bikim.