MUQTEDA SEDİR Jİ EBDULMEHDÎ PİR ACİZ Û TOREYE

MUQTEDA SEDİR Jİ EBDULMEHDÎ PİR ACİZ Û TOREYE

Rêberê tevgera Sedir û Serokê hevpeymanîtiya Fetih ku piraniya kursîyên parlementoya Îraqa pêrene, bi niyazin tekoşîneke hevpar ji bo stendina baweriyê ji Adil Ebdulmehdî û hilweşana Hikûmeta federal bidin meşandin.

Rêberê tevgera Sedir, Muqteda Sedir duh ji Adil Ebdulmehdî xwest li parlemena Îraqê amadebe ji bo ku dest ji kar bikşîne û daxwaza hilbijartina berwext bike.

Piştre Adil Ebdulmehdî di beyaneke nivîskî de daxwaza Sedir berisvand û go ku ew tu karekî wiha nake, destberdan ji Serok wezîriyê û hilbijartina berwext awayê wan di destûra wilat da hatine tesbît kirin, ew wê pabendî destûr be.

Ji aliyê xwe rêberê tevgera Sedir li ekawanta xwe a twitterê banga Hadî Amirî rêber û Serokê hevpeymanîtiya Fethê kir ku karê hevpar ji bo ladana Ebdulmehdî û Hikûmeta wî dest pê bikin.

Duh şev Hadî Amirî li dûv banga Sedir hat û pêre go ku ew amadene tekoşîna hevpar ji bo bicî kirina berjewendiya gel bimeşînin.

Dema 6 rojane xwepêşandan li Îraqê li paytextê û 11 bajar û parêzgehên din dewam diken, xwepêşandan li dijî gendelî, hejarî û bêkariyê tên kirin, lê belê daxwaza sereke nemana Hikûmeta federale.

Pustên heman beş