KOMÎTA DESTÛRA SÛRİYÊ WÊ YEKEMÎN CİVÎNA XWE LİDARBİXE

KOMÎTA DESTÛRA SÛRİYÊ WÊ YEKEMÎN CİVÎNA XWE LİDARBİXE

Komîta destûra Sûriyê îro wê yekemîn civîna xwe li bajarê Cinêvê ê Suyisra yê lidardxe û nîqaş wê li derbara hêlên am yên destûra pêşerojê were pêkanîn.

Komîta destûr ya Sûriyê ku li meha rabûrî hatbû avakirin, îro roja çarşemî 30/10/2019an wê yekemîn civîna xwe li Cinêvê bi miraqebeta Neteweyên Yekbûyî, hemwext nûnerên wilatên garantîkar Rûsya federal, Tirkiyê û Komara Îranê ya Îslamî lidarbixe.

Civîna îro a komîta destûr wê bend û hêla am a destûra nû a Dewleta Sûriyê muzakere bike, lê belê nayê zanîn ka lihevhatin wê were kirin yan ne.

Komîta nivîsandina destûra Sûriyê 150 endaman li xwe digire, lê belê tu endamên desthilata Rojava Kurdistanê têde nîne, di vê komîteyê de Hikûmeta Sûriyê 50 endam, opozisyonê 50 endam û hemwext 50 nûnerên Neteweyên yekbûy û aliyên din têde hene.

Pustên heman beş