SALİH MUSLİM: BEXDADÎ Bİ HYDARİYA ENQERÊ DİÇÛ XETAYÊ

SALİH MUSLİM: BEXDADî Bİ HYDARİYA ENQERÊ DİÇÛ XETAYÊ

Berdevkê Partîya Yekîtiya demokratîk PYD’ê û berpirs li komîta dîplomatîk a wê Partîyê dibêje ku Dewleta Tirkiyê Ebubekir Bexdadî ê rêberê rêxistina terorîstî ya DAÎŞ’ê diparast.

 Berdevkê PYD’ê Salih Muslim daxuyanî lidor kuştina Ebubekir Bexdadî rêberê DAÎŞ’ê da û wiha axivî: Xelîfê DAÎŞ’ê li Idlibê bicî bibû û ew li bin parastin û teqîba Tirkiyê de bû, Bexdadî bera kuştinê hinek caran hatbû bajarê Xetayê li sînorê Tirkiyê

Berdevkê PYD’ê eşkere kir, ciyê ku Bexdadî lê hatiye kuştin, xalên arteşa Tirkiyê têdene, lewma rêberê terorîstan berdewam li bin teqîb û çavdêriya Tirkiyê de bû.

Salih Muslim bi piştrastî ve dibêje wan pêzanîn hene ku rêberê DAÎŞ’ê çendîn caran serdana bajarê Xetayê ê Tirkiyê kiriye, ev serdan jî bi haydariya Hikûmeta Enqerê bû.

Wîlayetên yekbûy ên Emerîkayê li roja şemî 26/10/2019an di operasyonekê de Ebubekir Bexdadî yê xelîfê DAÎŞ’ê û rêberê wê rêxistina terorîstî li gundê Barîşa yê sînorê Idlibê kuştin, lê belê kuştina wî bi rêya kemera mîn kirî hat tesbît kirin ku wexta Bexdadî hatiye hesar dan, wî xwe teqand û sê xortên xwe li gel xwe kuştin.

Pustên heman beş