LEŞKERÊN EMERÎKÎ DEWREYA HEVBEŞ Lİ SÎNOR PÊKANÎ

LEŞKERÊN EMERÎKÎ DEWREYA HEVBEŞ Lİ SÎNOR PÊKANÎ

Leşkerên Emerîkî îro dest bi ger û dewreya hevbeş a yekemîn li sînorê navbera Rojava Kurdistanê û dewleta Tirkiyê a dagîrkar kir.

Çavkaniyên Darka Mazî yên Rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro roja pêncşemî 31/10/2019an hijmareke Leşkerên arteşa Emerîkayê ku di çarçûveya yekeya hêzên taybet dene, dewreya hevbeş li gel arteşa dewleta Tirk a dagîrkar pêkanî.

Çavkaniyan dest nîşan kir, dewreya hevbeş a arteşa Emerîkayê û arteşa Tirkiyê li navçeya sînorê bajarokê Tirbespiyê û Rimêlan pêk anîne û ev ger li bin teqîba balefirên cengî yên arteşa Emerîkayê dewam dikin.

Tê zanîn li 2 rojên rabûrî hêzên Rûsya federal heman navçeya ku îro dewrye lê hatîne bicî kirin, dewreya hevbeş pêkanî bû.

Pustên heman beş