AKAR WİHA BANGÎ LEŞKERAN KİR: “DİBE KU HER TİŞT BİQEWME”

AKAR WİHA BANGÎ LEŞKERAN KİR:"DİBE KU HER TİŞT BİQEWME"

Wezîrê parastina neteweya Tirkiyê îro serdana leşkirên wilatê xwe ên li sînorê rojava kurdistanê kirin û pêre go: hûn amade bin, dibe her tişt biqewme.

Wezîrê parastina neteweya Tirkiyê Hulusî Akar û ser leşkir Yaşar Guler û fermandarê hêzên bejayê Umît Dundar serdana ser sînorê rojava kurdistanê kirin û li gel yekîneyên eskerî civîyan.

Akar di civîna li gel Fermandarên leşkirî de banga eskerên li bajarê girê sipîyê kir û bi wan got ku amadebin, dibe her tişt biqewme, hîna niha hêjan her tişt ne qedîyaye.

Tirkiyê li 9 Cotmeha îsal êrîşa dagîrkariya ser rojava kurdistanê destpêkir, piştre lihevhatina soçî derket holê û li gor wê hêzên Sûryaya demokratîk HSD xwe bi kûrahiya 32 kîlometran vekşandin, Tirkiyê hişyarî ji mana HSD’ê li navçeyên herêma ewlehiyê daye û gotiye, hereketên arteşa Tirkiyê jî li navçeyên navbera Serêkaniyê û Girê sipîyê dewam dikin.

Pustên heman beş