SEROKÊ ÎRAQÊ: “ŞÛNGİRÎ BİBÎNİN, EBDULMEHDÎ WÊ BİÇE”

SEROKÊ ÎRAQÊ:"ŞÛNGİRÎ BİBÎNİN, EBDULMEHDÎ WÊ BİÇE"

Serok komarê Îraqa federal îro ragihand; li ser daxwaza xwepêşanderan, Adil Ebdulmehdî razî bûye dest ji kar berde, lê bi merca ku wilat nekeve di valatîya destûrî de.

Serok komarê Îraqê êvara îro roja pêncişemî 31/10/2019an li derbara rewşa aloz a Îraqê gotar ji bo gel xwend û têde îlan kir ku serok wezîr Adil Ebdulmehdî razî ye îstîfa yê bike û dest ji Posta serok wezîrîyê berde, lê belê bi merca ku dewlet nekeve di tu valatîyek destûrî de.

Her wiha got: ew weke Serok Komarê Îraqê razî ye hilbijartina berwext were kirin, bi merca ser rast kirina yasaya hilbijartinan û tesbît kir ku herî zêde li dema hefteyekê pirojeya ser rast kirina wê yasayê wê bigehe dest parlemena Îraqê.

Li derbara melefa Hikûmeta federal û ser wezîr Adil Ebdulmehdî, d. Berhem Salih dibêje: Adil Ebdulmehdî wê dest ji kar berde, lê merca vê destberdanê ewe ku pêwîste dewlet nekeve di tu valatîyên destûrî de.

Hemwext Serok Komar ji aliyên siyasî xwast her çi zûtire lihevhatinê li ser kesekî bikin ku bibe şûngirê ser wezîr Adil Ebdulmehdî.

Li 25 Cotmeha îsal xwepêşandan li Bexda a paytexta Îraqê û pêtrî 10 parêzgehên din çêbûn, xwepêşanderan li bera ku daxwaza çûna Ebdulmehdî û Hikûmeta wî bikin, wan daxwaza çaksaziyê û nehîştina gendelyê li wilat dikir.

Pustên heman beş