DAİŞ’Ê QUREYŞÎYEKE DİN Jİ BO XÎLAFETA XWE DESTNÎŞAN KİR

DAİŞ’Ê QUREYŞÎYEKE DİN Jİ BO XÎLAFETA XWE DESTNÎŞAN KİR

Rêxistna terorîstî ya DAIŞ’ê, îro kuştina rêber û Xelîfê xwe Ebubekr Bexdadî ragihand û Xelîfê xwe yê nû destnîşan kir.

Ajansa Eimaq a rêxistna terorîstî ya DAIŞ’ê îro roja pêncişemî di rîkordeke dengî a tomarkirî de, kuştina Ebubekr Bexdadî pişt rast kir û hemwext destnîşan kirina Ebî Îbrahîm Elhaşimî el Qureyşî li şûna Bexdadî weke xelîfe ragihand.

Di rîkorda DAIŞ’ê de hatiye tesbît kirin ku Bexdadî di êrîşeke asîmanî a emerîkayê de hatye kuştin.

Hemwexta tesbît kirina kuştina Bexdadî, DAIŞ’ê di rîkorda îro de kuştina Berdevkê rêxistnê Ebu Hesen Mihacir pişt rast kiriye û ragihand ku êdî Ebî Hemze Qureyşî dê weke berdefkê rêxistna wan wezîfedar bît.

Pustên heman beş