Jİ NEMANA DİKTATOR SEDAM ÎRAQ Dİ MEZİNTİRÎN PÊLA NERAZÎBÛNÊ DE YE

Jİ NEMANA DİKTATOR SEDAM ÎRAQ Dİ MEZİNTİRÎN PÊLA NERAZÎBÛNÊ DE YE

Xwepêşanderên îraqê avêtina texa siyasî ji esasê dixwazin

Mezintirîn pêla nerazîbûna dijî Hikûmeta federal ji nemana Sedam Hisên, Serokê Rejîma Behis a jinavbirî li îraqê di dome, duh roja înî 1/1/2019an  piştî peyama lêvegeriya şîeyan, asta xwepêşandanan herî dijwar ket, gelê nerazî ne tenê jinavçûna Hikûmetê xwest, lê belê wan di go ku pêwîste texa siyasî ji esas were avêtin.

Xwepêşandanên îraqê îro roja şemî 2/11/2019an bo roja 9mîn xwepêşandan li Bexda a paytexta Îraqê û 7 parêzgehên din hene, gelê nerazî daketine meydanên navendên bajaran û siloganên xwe ên dijî Hikûmeta federal, gendelkariyê, betaliyê bilind kirin.

Hemwexta xwesta wan a sereke ku banga dest ji kar vekşîna Hikûmeta federal dikin, lê belê ev 2 rojin xwepêşander dixwazin texa ku niha siyaseta dewletê dimeşîne, ji esas werin avêtin.

Li parêzgehên naverasta îraqê û her wiha Başûr, xwepêşandan tund bûne, tenê li Besra îro 100 xwepêşander hatine birîndar kirin.

Gelê îraqê weke nerazîbûn li ser rewşa herî xirap a jiyanê li wilat, ji 25 Oktobera 2019an li cadê mane, gelê nerazî dixwaze Hikûmet were hilweşandin, li roja pêncşemî ya rabûrî, Serok Komarê îraqê îlan kir ku ser wezîr Adil Ebdulmehdî razîye dest ji kar vekşîne, lê ev yek nebû sebeba daketina asta xwepêşandan.

Duh roja înî ayetulla Elî Sîstanî lêvegerê şîeyên îraqê di peyamekê de piştigirî li serastkirina destûra wilat bi rêya îstiftaê kir, lê belê xwepêşandan piştî peyamê zêde dijwar ketin.

Pustên heman beş