Dİ 8 ROJAN DE 250 KUŞTÎ Û 11 HEZAR BİRÎNDARÊN ÎRAQÊ HENE

Dİ 8 ROJAN DE 250 KUŞTÎ Û 11 HEZAR BİRÎNDARÊN ÎRAQÊ HENE

Xwepêşandanên li Bexda û bajarên din yên Îraqê berdewam dikin, li gor dawî amarên Komîsyona mafên mirovan di heyama 8 rojan de 250 kes hatine kuştin û 11 hezar kes jî brîndar ketine.

Komîsyona mafên mirovan li Îraqê amara dawî a zirarên canî ên xwepêşandana eşkere kirin û li gor amarê, ji 25 Cotmeha 2019an ve, 250 xwepêşander hatine kuştin û pêtrî 11 hezar xwepêşanderan brîndar ketine.

Xwepêşandanên Îraqê li 25 Cotmeha îsal 2019an ji bo guherînê dest pê kirbûn, gelê nerazî di xwast rewşa wilat were baş kirin, lê belê wan di zû de xwastiye xwe ji bo hilweşana Hikûmetê û çaksaziyên bingehîn guherandin.

Parlemena Îraqa federal ji bo ku asta tundî ya xwepêşandanê hinekî sist bike, biryarên çaksaziyê pejirandin hemwext Hikûmetê heman hengav avêt, lê belê biryarên encamdana çaksazîyan yên Hikûmet û parlemenê tu guhertinek di rewşa xwepêşandanan de nekiriye û xwepêşander her berdewamin li ser çalakî û xebatên xwe li kolanan.

Xwepêşander dibêjin ji sala 2003an heta îro, wêrankarî hatiye kirin, xwîna wan hatiye mijandin, gel hemû birçîye û gendelî ketiye nav hemû tiştekê û her wiha diyar dikin ku eger sîstema siyasî li Îraqê neyê guhertin ew venagerin malên xwe.

Pustên heman beş