Rejîma Sûriyê niyaza wê heye balefirxaneya Qamişloyê bide Rûsya federal û êdî ew balefirxane ji bo meremên serbazî were bikar anîn.
Hêzên Rûsya federal îro roja şemî li navendeke nêzî balefirxaneya bajarê Qamişlo ê Rojava Kurdistanê cî girtin, tê gotin ku ev hereket amadekarine ji boy wergirtina balefirxaneya Qamişlo ku wê weke bingeha Himêmîm a Rûsî were bikaranîn.
Nerîngeha Sûryayê a mafên mirovan îro roja yekşemî 3/11/2019an li ser hereketên hêzên Rûsya federal li Bakûrê Sûriyê û navçeyên Rojava pêzanîn dan û eşkere kir, hêzên Rûsyayê dest dagirtîye ser navendeke bi navê Elelzerayî ku dikeve nêzî balefirxaneya Qamişlo û wek navendeke serbazî wê navendê bikar bînin.
Nerîngeha Sûryayê eşkere kir ku hikûmeta Sûryayê bi nîyaze balefirxaneya Qamişlo wek bingeha serbazî ya Himîmîm bo dema 49 salan bi kirê bide Rûsya federal.
Hêzên Rûsyayê li hefteya rabûrî yekemîn gera hevbeş li gel arteşa Tirkiyê li navçeyên Rojhilata Firatê kirin, piştî ku arteşa Emerîkayê hêzên xwe vekşandîn.