XWEPÊŞANDERAN RÊYÊN SEREKE YÊN BEXDAYÊ DAXİSTİN

XWEPÊŞANDERAN RÊYÊN SEREKE YÊN BEXDAYÊ DAXİSTİN

Di berdewam bûna xwepêşandanên Bexdayê de ewên li dijî Hikûmeta fedral tên kirin, piranîya cade û rêyên sereke ji aliyê Xwepêşanderan ve hatin daxistin.

Serê sibê ya îro roja yekşemî 3/11/2019an, Xwepêşanderan li Bexda ya paytext piranîya cade û rêyên sereke daxistin, bi taybet ew navçeyên ku dikevine Rojava bajar û ji bo wê yekê jî rêya meşînê li navçeyê zehmet ketiye.

Dîsan xwepêşanderan rêyên sereke yên navçeyên Bnok a Rojhilata Bexdayê û navçeya Zeferaniye a Başûra Rojhilata bajar û di gel rêya sereke a Bexda _ Wasit û hemwext rêyên derve yên navçeya Sedir daxistn. Ev jî di demekê deye ku daxwaz tê kirin dest bi gireva giştî bê kirin ji bo ku daxwaziyên xwepêşanderan werin bicî kirin û Hikûmeta niha yaku Adil Ebdulmehdî birêve dibe, naçar bike bê helweşandin û dest ji kar bikşîne.

Pustên heman beş