Sekerterê Giştî yê hevpeymaniya Bakûrê Etlesî da xweya kirin stema li himberî gelê Bakûrê Sûryayê kem bûye û li derbara hinartina serbazên Natuyê wiha got: hinartina serbazan ji buy Bakûrê Sûryayê wiha asan nabe.
Yanis Stolltênbêrg Sekerterê Giştî yê Natoyê diyar kir, Tirkiyê hevpeymaneke girîng ya Natoyê ye û wiha berdewam kir: Tirkiyê roleke girîng ji boy berhengarbûna DAÎŞ’ê û helweşandina terora bi navê xelafetê ji aliyê fîzîkîve encam daye.
Her wiha dibêje: çi welatekê Natoyê ew qasî Tirkiyê penaberên Sûrî li cem xwe ne hewandine, Tirkiyê hembêza 3 milyon û 600 hezar penaberê Sûrî bi stûyê xweve girtine û tu wilatekê endam digel Nato ewqasî Tirkiyê nekete ber êrîşên teroristan.
Navbirî dîsan amaje da ku biryara hinartina serbazan ji bo Bakûrê Sûryayê kareke wiha asan nabe û hinekî zîye ji boy ku bibêjîn ev pêşnîyaze wê were bicî kirin.
Sekerterê Giştî ê Natoyê di beşeke din ya a gotinên xwe de amaje kir wê yekê ku wilatên endam di Natoyê de meremên xu bi zelalî û cidî li derbara Bakûrê Rojhilata Sûriyê anîne ziman.