XWEPÊŞANDER DİXWAZİN CAREKE DİN KUNSULXANEYA ÎRANÊ BİŞEWTÎNİN

XWEPÊŞANDER DİXWAZİN CAREKE DİN KUNSULXANEYA ÎRANÊ BİŞEWTÎNİN

Hêzên ewlehiyê yên Îraqa fedral îro bi başî çavdêriya sînorê Kunsulxaneya Îranê li Kerbelayê dikin, ev piştî wê çendê tê ku duh şev li bajarokê Kerbelayê Kunsulxaneya Îranê ji aliyê Xwepêşanderan ve hat şewtandin.

Hêzên ewlekariya Hikûmeta Îraqa federal îro roja Duşemî 4/11/2019an bi awayekî zêde li cade û kolanên derdûra Kunsulxaneya Îranê li bajarê Kerbelayê belav bûne û bi vê yekê ew karîne Kunsulxaneya Îranê ji dest Xwepêşanderan ve biparêzin û kontrol bikin.

Xwepêşanderan duh şevê hewildane ku agir bêxin Kunsulxaneya Îranê, lê belê hêzên ewlekariyê li wir amedebûne û nehiştine şewat bikeve nava Kunsulxaneya de, ev jî bû sedem ku hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta federal û xwepêşander lihev bixin.

Ji encama lihevxistina li nêvbera hêzên ewlekariyê û Xwepêşanderan ve, 3 xwepêşander ku hemû xurt bûn hatine kuştin û 12 xwepêşander hatine birîndarkirin.

Çavkaniyên Kerbelayê eşkere kirine ku wexta Xwepêşanderan êrîş kiriye ser Kunsulxaneya bajarokê Kerbelayê çi karmendekê wê dinava Kunsulxaneyê de nemabûn, Xwepêşanderan alayê Îraqê li ser dîwarên baregeha Kunsulxaneya Îranê bilind kirin û dûv de di xwestin dakevin hundria wê de û agir tê berdin.

Pustên heman beş