SİYASETA PKK’Ê Û RADÎKALİYA OCALAN GEL NEÇARÎ XOROCÎTİYÊ KİR

SİYASETA PKK’Ê Û RADÎKALİYA OCALAN GEL NEÇARÎ XOROCÎTİYÊ KİR

Tirsa sereke ya gelê Bakûrê Kurdistanê ne ji Tirkan bû, wexta Ocalan leşkir kirina îcbarî sepandî deriyê “xorocîtiyê ” vebû, gel neçar bû fikir li parastina xwe bike li himber zatê Apo û zebra PKK’ê.

Partîya Karkerên Kurdistanê ji destpêka damezrandinê bi awayeke radîkal tev geriyan, bera ku bi fermî bibe partîyeke siyasî û çekdar, ew li dijî ‘Urfên civaka kurdî derket, ev reftar bû sedem hejmareke herî zêde a kurdên bakûr, bi taybet yên girêdayî eşîretan ji xwe dûr bike, PKK’ê ew neçar kirin bibin “Xorocî” û alîkarya dewleta Tirkiyê bikin.

Leşkeriya îcbarî û Eşîretên Botanê

Ocalan di kongreya 3 mîn de yasaya Leşkeriya îcbarî cêbecê dike, ew dixwaze ji ‘Eşîretên navçeya Botanê Leşkirekê ji xwe re ava bikin, ji ‘Eşîretên “Jîrkî” gelek ciwan ji bo çîya hatin revandin, ewê nexwestî li cem PKK’ê bimîne bi awayekî herî hovane hat kuştin, derencam vê reftara PKK’ê ev bû ku ‘Eşîran xwe nêzî dewletê kirin ji bo ku bikarin xwe ji PKK’ê biparêzin, wan çek wergirtin û bûne Xorocî dewletê, ev car jî gelek kes bi sûça sîxurî kirinê hatin kuştin.

PKK’ê paş ku hinekî bihêz ketî raste rast xebata xwe li dijî kesatiyên kurd perwer û ne digel aydolojiya xwe meşand, ew weke xaînên welat nasandin, PKK’ê weke bera niha me behis krî “yekem gulleya xwe li dijî kurdan teqand”, ew kurd jî “Mihemed Celal Bocak” serokê ‘Eşîreta “Bocak” bû, ev yek bû sedem ku hejmareke herî zêde ji zelamên vê ‘eşîrê peywendiyê bi dewleta Tirkiyê bikin û çekan jê wergirin û li dijî PKK’ê wan çekan hilgirin, ev kes jî di nava kurdan de bi “Xorocî” tên nas kirin, lê belê sedema sereke ya Xorocî bûna gel PKK’ê bi xwe ye.

Li sala 1988an û piştî meşandina Leşkirî ya îcbarî, weke çawa xortên ‘eşîreta “Jîrkî” bi zorî birin çîya, kurrê Axayê ‘Eşîreta “alane” peywendiyên baş digel PKK’ê de hebûn, lê wexta bi mêhvanî diçe çîya, ew li Beytuşebabê ji aliyê fermandarê PKK’ê “Dêrej Elî” tê kuştin, evê bûyerê ew ‘Eşîr jî neçarî xorocîtiyê kir.

Li bakûr PKK’ê berê gel dida xorocîtiyê û li başûr dewletê

Kurdên ku alîkarya dewletên dagîrkar kirîn, ne tenê li Bakûra wilat bûn, li Başûr, Rojava û Rojhilata Kurdistanê Xorocî hebûn lê bi cudahiyeke mezin, ji ber ku li Bakûr PKK’ê gel neçarî xorocîtiyê kir û Xorocîyên Bakûr şer li dijî PKK’ê kir, lê li Başûr û parçeyên din dewletên dagîrkar gel neçar kir bibe Xorocî û ew Xorocîtî şeklî bû û bê şer bû, ne weke Bakûr ku ‘Eşîrên rêya xorocîtiyê girtin li dijî PKK’ê çek hilgirtin.

PKK’ê bi sedan xortên Êzdî winda kirin

Heya niha siyaseta radîkal a PKK’ê li dijî gel di dome, hêjan keç û xortên kurdan bi rêya xapandinê dibin çiyayan, weke vê dawyê ku hejmareka xortan li ameda bakûr revandine û hêjan gireva Dayîkên wan li ber baregeha HDP di dome, hemwext weke çewa bi sedan xurt û Keçên Êzdî li şengalê piştî hatina DAIŞ’ê xapandin û îstîxlala rewşa wan kir ku bi sedan şandine navçeyên agirîn ên sînor û bi dest Cendirman dan kuştin û winda kirin.

PKK’ê weke çawa li salên heştêyan û notan ji sedeya rabûrî zaro û cwanên kurdan bi hêzê di şandin ekadîmya “qorqomaz” li navbera sûryê û libnanê de ku li wir bo wexteka drêj li ser mejyê wan di xebtî û ew zaro weke însanên alet dikrin, nha PKK’ê heman syasetê li şengalê di rasta gelê êzdî de di meşîne.

Pustên heman beş