XUŞKA XELÎFÊ DAIŞ’Ê TÊ GİRTİN

XUŞKA XELÎFÊ DAIŞ’Ê TÊ GİRTİN

Xuşka xelîfeyê rêkxistina terorî daîşê Ebubekir Bexdadî, ji aliyê hêzeke Tirkiyê ve li Bakûrê Sûryayê tê girtin

Berpirsên Tirkiyê wiha xweyakir ku hêzên wan karîne di operasiyonekê de li roja duşemyê 4/11/2019an “Resmîye Ewad” a jîyê wê 65 sall xuşka xelîfê rêkxistina terorî ya DAIŞ’ê Bexdadî bigrin.

Xuşka Bexdadî li nêzî navçeya Ezazê a li Bakûrê Sûryayê tê girtin, ev girtina xuşka Bexdadî di demekê de ye ku di Rojnameya Nîyoyork Taymzê de, Bexdadî ji bilî vê xuşka xwe 5 birayên din hene digel çend xuşkên din, lê belê heya niha diyar nîne di jiyanê de mane yan ne.

Roja yekşemî 27/10/2019an Donald Tiramp, Serokê Emerîkayê bi fermî kuştina xelîfeyê rêkxistina terorî ya DAIŞ’ê Ebubekir Bexdadî ragihand û wiha got: Bexdadî di gel 3 zaroyên xwe û hejmareke çekdaran di operasyoneke 2 setî da li Bakûrê Rojhilata Sûriyê hatiye kuştin.

Pustên heman beş