Arteşên Tirkiyê û Rûsya federal îro dewreya hevbeş a duyemî li Rojhilata Firatê pêkanîn, ev dewre di lihevhatina Soçî yê de hatbû tesbît kirin.
Di çarçûveya lihevhatina Soçî yê de îro roja Sêşemî 5/11/2019an hêzên bejayî ên Tirkiyê û Rûsyaya federal dewreya Duyemîn a hevbeş li Rojhilata Firatê a Bakûrê Sûriyê dest pê kirin.
Li vê dewreyê de, 4 erebeyên leşkirî yên Tirkiyê ji cîyekî li Rojhilatê navçeya Srûcê ya Rihayê ji sînor derbas bûn ku li Rojhilata Firatê dewreya bejayî ya hevbeş digel arteşa Rûsyayê pêkanî.
Eşkere bû ku dewryên Tirk û rûs wê di navbera Rojhilatê Kobanê û Rojavayê girê Sipî de dewreya bejayî pêk bînin.
Firokeyên bê pîlot jî beşdarî dewreya hevbiş bûn.
Di çarçûveya lihevhatina Soçî yê de biryar hatbû dayîn arteşên Tirkiyê û Rûsya federal dewreya bejayî ya hevbiş pêk bînin, dewreya yekemîn li yekê meha 11 hatbû pêkanîn.