ROHANÎ DERFETEKE NÛ DİDE DEWLETÊN EWROPAYÊ

ROHANÎ DERFETEKE NÛ DİDE DEWLETÊN EWROPAYÊ

Serokê Komara Îslamî a Îranê ragihand, sibe roja çarşemî Îran wê hengava çarê a piroseya xwe vekşîna ji lihevhatina Navokî bimeşîne, hemwext dibêje: wan derfetek nû daye Ewropayê.

Serokê Îranê Hesen Rohanî li civîneke çapemeniyê de go ku sibe roja çarşemî 6/11/2019an, Tehran wê hengava çaremîn a xwevekşîna ji lihevhatina Navokî îlan bike û dest pê bike, bi rêya dabîn kirina gazê ji bo amîrên senterfîyojên wêstgehên Navokî.

Rohanî wiha axivî: dibe ku sibe em vê hengavê nehavêjîn û poşman bibîn, lê belê heger aliyên beranber niyaza xwe ya ji boy bicî kirina lihevhatinê îlan bikin û em bikarbin petrola xwe bifroşin, wê demê emê lihevhatinê weke xwe bicî kin.

Rûhanî dibêje: wan rêxistina Etoma Îranê haydar kir ku ji sibe ve gazê bidin zêdetir ji hezar alavên senterfîyoja wêstgeha Fordo.

Di mijara gotubêj û nîqaşa Îranê bi dewletên Ewropayê Rohanî eşkere kir ku li gel Dewletên Ewropayê nîqaş didomin û ew derfeteke nû didin Ewropa ku pabendibûnê bi lihevhatinê îlan bikin.

Pustên heman beş