ALİYÊN BAŞÛR PARASTİNA MAFÊN KURDİSTANÊ Dİ DESTÛRA ÎRAQÊ DE TEKEZ DİKİN

AlİYÊN BAŞÛR PARASTİNA MAFÊN KURDİSTANÊ Dİ DESTÛRA ÎRAQÊ DE TEKEZ DİKİN

Sê Seroktîyên herêma başûrê Kurdistanê, îro civîneke berifreh li gel aliyên siyasî ên Kurdistanê li darxist û têde helwesta xwe a li derbara rewşa Îraqê eşkere kirin, aliyên Kurdistanî yek deng bûn ku ya li Îraqê çêdibe bi sedema kêmasiyên kom bûyî yên salên derbas bûyî ye.

Îro sêşemî 5/11/2019an bi amadebûna d. Berhem Salih Serok Komarê Îraqa federal, Nêçîrvan Barzanî Serokê herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêwaz Fayêq seroka parlemena Kurdistanê, desteya Seroktîyên herêma Kurdistanê û serok û nûnerên aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê, li Seroktiya herêma Kurdistanê li Hewlêrê, ji bo nîqaş kirinê di derbarê rewşa Îraqê û eger û pêşhatan û bandorên wê yên li ser piroseya siyasî li Îraqê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî civîneke berifreh encam dan.

Hemû beşdarên civînê bi giringîyê ve li rûdanên Îraqê dinêrin û wiha bawerin ku ewê îro li qada siyasî û îdarî ya Îraqê de rû dide, encama kêmasiyên kom bûyî yên çendîn sala yê Hukimranî û bicîh ne kirina destûrê bûye, ji bo wê yekê li civînê de bi dilgiranî ve rewş nirxandin, li heman demî de ji bilî derbirîna dilgiranî yên li beranber qurbaniyên xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê, tekez li mafê raderbirîn û azadiya welatiyan li daxwaz kirina mafên wan de kirin.

Beşdarbûyên civînê li gel daxwazên rewa yên xelkê Îraqê ne û piştevanin ku Hikûmeta Îraqê rêkarên pêwîst ji bo çaksazî û bi deng ve hatina daxwazyên rewa yên wan li ber bigirin.

Li civînê de parastina aramiya Îraqê û damezrawên destûrî û yasayan bi pêwîst zanîn, li gel ber çav girtna rewşa navçeyê û eger û gefên serhildana terorê û hêzên tundrew li ser Îraqê, bi taybetî bandora wan ya li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê.

Mijareke din a civînê taybet bû bi hevhelwestîya aliyên siyasî ên Herêma Kurdistanê û beşdarîyeke bi bandor ji bo çareserkirina giriftên Îraqê bi giştî û tekez kirina li mafên destûrî yên herêma Kurdistanê û tevahî ya pêkhatan.

Li vî derbarî de tekez li ser hewlên aliyên siyasî yên Kurdistanê ya ji bo hevkarî kirina Îraqê ya bi navê derbasbûna ji qeyranan û desteber kirina Hukimranîyekî dirist û pêkanîna çaksazî û ber bi çav girtna mafên hemû pêkhatan kirin.

Babeta daxwaziya ser rast kirina destûra Îraqê, mijareke din ya girîng ya civînê bû. Li vî derbarî de beşdabûyên civînê tekez kirin ku li her serastkirineka destûrê de divê sîstema federalî û maf û Azadîyên hemû pêkhatên Îraqê û maf û taybetmendiyên herêma Kurdistanê û qeware destûrî ya wê parastî bin.

Beşdarên civînê tekez kirin ku ewlewîyeta herêma Kurdistanê û sazî û damezrawe û aliyên din, parastina aramî û destkeft û berjewendî yên herêma Kurdistan û Îraqê û rûbirû bûna teror û berdewamî ya piroseya çaksazyê dibê û piştîvaniya çaksazî yên li Îraqê dikin. Bi vê navê de jî hemû Kurdistanî yan pişt rast dikin ku bi yekrêzî û yekhelwestî kar dikin û destkeft û berjewendî yên herêma Kurdistanê diparêzin.

Pustên heman beş