BERÎTANYA WÊ HİLBİJARTİNAN ENCAM BİDE

KÊBİRKÎ YÊN HİLBİJARTİNÊN BERÎTANYA YÊ Bİ FERMÎ DESTPÊKİRİN

Fermana hilweşandina parlamentoya Berîtanya û hilbijartinên ber wext hatye dayîn.

Îro roja çarşemî, Borîs Canson, Serok Wezîrên Berîtanya yê di hevdîtinekê de digel Şajin Elîzabêta duyemîn fermana hilweşandina parlamentoyê û encam dana hilbijartina ji bo gera nû a parlamentoya Berîtanya yê wergirt.

Weke nerîteke siyasî li Berîtanya, bi daxwaza serok wezîr ji bo hilweşandina parlamentoyê, Şajin bi der kirina ragihandineke giştî, bi dumahî hatina gera yasadanînê radigihîne û roja “dest bikar bûna” parlamentoya nû dest nîşan dike.

Li gorey yasayên hilbijartina, helbijartina parlementerên nû ji bo parlemena Berîtanya yê paş 25 rojan ji hilweşandina parlamentoyê dihên encamdan û di vê dema van 25 rojan de, Hikûmet bêy parlamento îdare dana wilat digre dest.

Parlamentoya Berîtanya yê ji “civata Lordan” û “civata Giştî” pêk dihêt. Endam bûn di civata Lordan de bê hilbijartin û ta dumahiya jîyê parlemanter dibe, lê belê hilbijartinên civata giştî divê her 5 salan carekê were encam dan û hilweşandina pêş wext a parlamentoyê jî dihêt çaverê kirin.

Hilbijartinên berê li sala 2017an de hatin encamdan û pêtvî bû heya sala 2022yan vê xola parlamentoyê  karên yasa danînê encam daban, lê belê li dumahiya heyva bûrî de civata giştî deng liser hilweşandina xwe dabû.

Pustên heman beş