EMERÎKAYÊ DEWRIYE LI SÎNORÊ BAŞÛR Û ROJAVA KURDISTANÊ PÊKANÎ

EMERÎKAYÊ DEWREYA HEVBEŞ Lİ SÎNORÊ ÎRAQÊ Û SÛRİYÊ PÊKANÎ

Arteşa Emerîkayê dewreyeke çavdêriyê li navçeyên sînorê başûr û rojava Kurdistanê pêkanîn û hejmareke erebeyên leşkirî têda beşdar bûn.

Hêzên Emerîkî dewriyeke çavdêriyê di navbera deriyê sînorî Til Koçer yê di navbera Sûriyê û başûrê Kurdistanê de pêkanîn bi armanca çavdêrî kirina rewşê, hejmareke erebeyên leşkerî yên Emerîkayê gihîştin deriyê sînorê Til Koçerê.

Hêza Emerîkî piştî Til Koçer ber bi navenda petrol û gazê ya li devera Suweyda çû û piştre wê berê xwe bidin Dêrkê.Çavkaniyan eşkere kirine ku ev cara yekemîne hêza Emerîkî derbasî xala sînorî a Til Koçerê dibe ku ji aliyê başûra Kurdistanê ve bi deryê Rebîe tê naskirin.

Bera destpêkirina êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê li 9î Cotmeha îsal, Emerîka hêzên xwe ji bakûrê Rojhilata Sûriyê vekşandin, li heftîya rabûrî Donald Tiramp Serokê Emerîkayê eşkere kir ku hinek hêzên wan wê bimînin û saziyên petrolê biparêzin.

Pustên heman beş